Mehmet Sait Arzu
Mehmet Sait Arzu, helbestvanekî kurd e ku di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bû.
Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Di dû re li zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber sedemên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Pişt re li zaningeha Gaziyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîngehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtoriya kovarê kir. Di çapameniya azad de di beşa înternetê de çend nivîsên wî hatin weşandin.
Ji salên ciwantiyê û vir ve bêtir li ser zimanê kurdî têkildar dibe. Demek dirêj e di nava hevalên xwe yên wêjehez de xebatên zimanê kurdî dike û bêtir jî li ser helbesta kurdî hûr û kûr dibe.
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]* Bir Daha, Helbest, Weşanên J&J, 2016 - Amed
* Çokeşli Evlilik, Lêkolîn, Weşanên J&J, 2016 - Amed
* Banga Bêdengiyê, Helbest, Weşanên J&J, 2019 - Amed
* Bîra Helbestê I Robozik, Helbest, Weşanên J&J, 2019 – Amed
* Bîra Helbestê II Helebçe, Helbest, Weşanên J&J, 2020 – Amed
* Bîra Helbestê III Şingal, Helbest, Weşanên J&J, 2020 – Amed
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |