Yarsan
Yarsan yan jî Ehl-e heq (bi farisî: اهل حق), navê dînekê kevin e li Kurdistanê û Rojhilata Navîn.
Peyvnasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji bo kesên girêdayî dînê Yarsan ev peyvên li jêr tên bikaranîn;
Kesên pîroz
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Siltan Sahak damezrînerê vî dînî ye
- Baba Yadegar
- Yarsan ango Ehl-e Heq ji aliyê rejîma Tehranê ve weke Şîiyan tên bi nav kirin, lê ew ji bo pêkanîn û pratîka dînê xwe terîqeta mîstîk a Nuralî Îlahî û bavê wî Hajj Nematollah dişopînin. Nûr Elî Îlahî pirtûka pîroz Burhan nivîsiye, ku weke pirtûkeke dînê Ehl-e Heq tê dîtin.
Ji bo Yarsanan Tirbeya Siltan Sahak cihekê pîroz e. Ev tirbe li Şêxan (Pawe) ye. Her wisa Tirbeya Baba Yadegar jî pîroz e ku ew jî li Dalahû ye.
Pirtûkên pîroz
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê pirtûka pîroza yarsaniyan Serencam e.
Bawerî û rîtuelên dînî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di baweriya Yarsanan de reenkarnasyon (tenasûh) heye û di wê baweriyê de ne ku Elî vegeriye dinyayê. Ev nêrîn Yarsanan ji Şîîyan cuda dike.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dînê Yarsan di sedsala 15ê de ji aliyê Siltan Sahak an jî Siltan Îshaq ve hate damezrandin.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hejmara Yarsaniyan li gor hin kesan 4 ji milyonan zêdetir e, piraniyan wan li parêzgeha Kirmanşan a Îranê dijîn. Hejmarek ji wan jî e ku Kakêyî tên navkirin, nêzîkî Kerkûkê bi cîh in. Lê li gor hin çavkaniyan hejmara wan ji milyonekê kêmtir e û civateke wan a girîng li Tehranê, û çend Êlen Yarsan li Bahdînan bi Navê Şebek û Sarlî jî hene.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yarsanên kurd Hewramî, Soranî, Kirmaşanî, Lorî, Lekî û yarsanên yên din Azerî, Farisî, Erebî diaxivin (zimannas Hewramî û sê terîqetê wan yên ku ji hev gelekî chê ne hene. Yarsan bi piranî Kurd in, her çend hejmareke hindiktir jî bawermendên Tirkî Azerî, Faris û Ereb jî hene.[1][2]
Civak
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelek ronakbîr Yarsaniyan û Êzidiyan wek hev dibînin.
Rejîma Komara Îslamiya Îranê Yarsan wekî dînekî serbexwe qebûl nake û lewma herdem ji aliya parêzerên mafên mirovên cîhanê rexne lê dê girtin.
Gelek caran xwepîşandan û têkhelçûn navberî xelkê Yarsaniyan û Komara îslamiya Îranê diqewme.
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kakeiyye Hareketi: [1]
- Hüseyin Deniz, “Kakailik ve Alevilik”, Dersim Araştırmaları Merkezi, erişim
12 Haziran 2017, http://www.dersimarastirmalarimerkezi.com/kakailik[girêdan daimî miriye]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Edmonds, Cecil. Kurds, Turks, and Arabs: politics, travel, and research in north-eastern Iraq, 1919–1925. Oxford University Press, 1957.
- ^ "Ahl-e Haqq – Principle Beliefs and Convictions". Ji orîjînalê di 22 nîsan 2000 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 tebax 2015.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Doxa Yarsaniyan li Îranê
- Malperek li ser yarsaniyan
- Malperek li ser yarsaniyan
- Ahle Haqq music , Grûpa muzîka Razbar (Rezber) a Yarsaniyan Girêdana arşîvê 2014-12-24 li ser Wayback Machine
- Yarîkurd malpera Yarsanan Girêdana arşîvê 2017-06-10 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |