Kamîkaze
Kamîkaze, peyveke japonî ye ku ji bo balafirvanên xwekujî yên Împeratoriya Japonê tê bikaranîn.[1] Navê xwe ji teyfûnekî (bagêrên ku di Okyanûsa Hindî de çêdibin) girtiye ku vê teyfûnê di sedsala 13em de keştiyên mongolî wêran kiriye û Japon ji dakirkeriyê xelas kiriye. Di salên dawî yên Şerê Cîhanî yê Duyem de, balafirvanên kamîkaze armanc kiribûn ku bi balafirên xwe yên bi teqemenî, bombe û sotemeniyeke gelek zêde ve barkirî, êrîşê keştiyên hêzên hevpeymaniyê bikin û bi vî awayî jî ziyaneke mezin bigihînin wan.[2]
Gelek mirov bawer dikin ku peyva kamîkazeyê ji aliyê artêşa japonî ve hatiye dayîn, lê ev ne rast e. Artêşa japonî ji balafirvanên xwekujî re tokubetsu kōgeki tai (特別攻撃隊) digot û wateya wê Yekîneya Palemarî ya Taybet bû. Bi giştî wek tokkōtai (特 攻 隊) dihatin kurtkirin. Ji bo êrîşên xwekujî yên ku ji aliyê balafirvanên stolê ve dihatin kirin, wek shinpū tokubetsu kōgeki tai (神風特別攻撃隊) dihatin binavkirin. Wergerên amerîkî bi şaşî peyva shinpū'yê (bayê rewanî-xwedayî) wek "kamîkaze" xwendin. Pişt re ji ber ku ev nav di çanda japoniyan de pir dihatin zanîn, japoniyan jî dest pê bikaranîna peyva kamîkaze kirin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 7ê kanûna 1941ê de piştî êrîşê Pearl Harbor, hezên deryayî û esmanî yên Japonê di şerên Midway û deryaya Fîlîpînê de têk çûn. Ew gelek keştî û bi sedan balafirên şerî yên xwe winda kirin û piraniya balafirvanên herî baş ên hêzên esmanî jî jiyana xwe winda kirin. Digel vê yekê çavkaniyên pîşesaziya Japonê kêm bûn û li gorî endustriya Amerîkayê jî pir hêjar bû. Bi vî awayî Dewletên Yekbûyî keştî û balafirên xwe nû kirin. Di salên navbera 1943 û 1944an de Hêzên Hevpeymanî ber bi Japonê ve dikişiyan. Di şerê Deryaya Fîlîpînê de, di 19-20ê hezîrana 1944an de, hêzên japonî ber bi Fîlîpînê ve vekişiyan.
Di 15ê tîrmehê de herêma Saipanê ji aliyê hêzen Hevpeymaniyê ve hatiye bidestxistin. Piştî ketina Saipanê, fermandarên Japonê xweş dizanibûn ku piştî Saipanê armanca hevpeymaniyan Fîlîpîn bû. Fîlîpîn, ji ber ku xwediyê kanên petrolê bûn, herêmeke pir girîng bûn. Eger Japon kontrala xwe ya li ser Fîlîpînê winda bikira, dê ji keştiyên wî re sotemenî pir kêm bimaya. Di 17ê çiriya pêşîn de, Hevpeymaniyan di Şerê Kendava Leyteyê de dest pê erîşê li ser Fîlîpînê kirin.
Nîvamîral Takijiro Onishi, ji hêzên esmanî yên Japonê berpirsiyar bû. Ew fam kiribû ku bi balafirvanên kêmhêvoyî û bi çend balafir ve şer nayê qezenckirin.[3] Ji ber vê yekê ew biryar da ku tîmeke xwekujî ya bi navê Yekeya Palemarî ya Taybet damezirîne. Ji bo vê erkê, 24 balafirvanê xwendekar minêkar bûn. Ev hêz di bin çar koman de rêxistî bûn: Yekîneya Shikishima, Yekîneya Yamato, Yekîneya Asahi û Yekîneya Yamazakura. Ev navên yekîneyan ji helbesteke welatparêzî hatiye girtin ku ev berhem ji aliyê helbestvanê klasîk a Japonê Motoori Norinagayê ve hatiye nivîsandin.
Japon, di Şerê Kendava Leyteyê de têk çû, lê hêzên taybet serkeftineke mezin bi dest xistin. Êrîşê yekem ê kamîkazayê di 21ê çiriya pêşîn a 1944an de, li dijî hêzên deryayî ya Awistralyayê ve pêk hat.[4] Di vê êrîşê de tevî Sitvan Emile Dechaineux ve 30 leşkerê deryayî mirin û ji vî pirtir kes jî birîndar bûn. Heta 26ê çiriya pêşîn 47 keştiyê hevpeymaniyan dûçarî êrîşan hatin. Piraniya van keştiyan, wekî balafirhilgirê Amerîkayê "USS St. Lo" ziyaneke mezin dîtin ango ketin bin avê.[5]
Ev serkeftina zûka, fermandarên japonî bo domandina êrîşên kamîkazeyê qaneh kirin û gelek balfirvan daxilî êrîşên kamîkazeyê bûn. Piştî çend meh, ji du hezarî pirtir balafir di van êrîşan de bûn. Bi vî awayî balafirên Japonê ber bi kêmbûnê çûn û wexta ku hejmara balafiran pir kêm bûn, ji bo van vatiniyên kamîkazeyê gelaleyên nû ava bûn. Wekî balafirê Nakjima Ki-115 Tsurugi' çendinê wan ji depîn (darîn) hatin çêkirin û di van balafiran de motorên kevin dihatin bikaranîn.[6] Taxima dananê ya balafirê bi giştî ji aliyê balafirvanên ku dest pê firînê kiribûn, ji diyar dihatin avêtin çunkî balafirê destpê firînê kirî, careke din xwe nedidaniyan û bi vî awayî jî ev taximê dananê di balafireke din de dîsa dihatin bikaranîn.
Yên herî girîng ên êrîşên kamîkazeyê di navbera tarîxên 6ê nîsanê û 25ê gulana 1945an de, di Şerê Okinawayê de pêk hatin. Wê demê, ji 1500î pirtir balafir ve heft êrîşê girîng pêk hat. Hêzên hevpeymaniyê di vî şerî de bi ser ketin lê ew ji ber êrîşên kamîkazeyê gelek keştiyên xwe jî winda kirin. Di dawiya şerî de, herî kêm 21 keştiyê Amerîkayê ji aliyê kamîkazeyê ve hatibûn binavkirin û ji Stolên din yên Hevpeymaniyê jî çendin keştî hatibûn binavkirin ango ziyaneke mezin dîtibûn.[7]
Bi hezaran balafirên kamîkazeyê ji bo parastina Japonê ya ji dagirkeriyê amade bûn. Digel vê, di 15ê tebaxê de piştî radestbûna Japonê û avêtina bombeyên atomê ya li ser Nagasakî û Hîroşimayê, careke din nehatin bikaranîn.
Bandorên kamîkazeyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tesîra herî mezin a êrîşan, di navbera Yekîneyên Hevpeymaniyê de pêkanîna tirsekî bû. Bi rastî jî wexta ku keştiyên Amerîkayê ber bi şerên dawî ve diçûn, leşkerên deryayî ji balafirvanên kamîkazeyê pir ditirsiyan. Bi dawiya Şerê Cîhanî yê duyem, hêzên deryayî yên Japonê 2.525 balafirvanê kamîkazeyê û 1.387 balafirvanê Artêşê bi garî kirin.[8] Hikûmeta Japonê aşkere kir ku di van êrîşên kamîkazeyê de 81 keştî bin av bûn û 195ê wan jî ziyaneke mezin dîtin. Digel vê, ew daxuyandin ku ji sedî 80ê yê sedema mirinên hêzên hevpeymaniyê ji ber êrîşên kamîkazeyê ve çêbûye.
Li dijraberê van agahiyan, çavkaniyên Amerîkî jî angaşt dikin ku ji gotinên japoniyan kêmtir keştî bin av bûne. Lê dîsin jî ew hemfikir in ku ziyaneke mezin dîtine. Li gorî çavkaniyên Hêzên esmanî yên DYAyê, di êrîşên kamîkazeyê de 34 keştiyê sîtolê bin av bûn û 368yê wan ên din ziyan dîtin, 4.900 leşker mirin û 4.800yî pirtir leşker birîndar bûn.[9] Dîroknas Robin Rielly di pirtûkekê de nivîsand ku di êrîşên kamîkazeyê de 60ê keştiyên Amerîkayê bin av bûne û 400î zêdetir keştî jî ziyan dîtine.[10]
Gîrêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Êrîşê ku li ser keştiyê USS Bunker Hill ve hatibû kirin-https://www.youtube.com/watch?v=n3k60lUzM6c
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ http://www.dictionary.com/browse/kamikaze
- ^ Zaloga, Steve. Kamikaze: Japanese Special Attack Weapons 1944-45. p. 12.
- ^ http://ww2db.com/person_bio.php?person_id=170
- ^ Nichols, Robert (2004). "The first kamikaze attack?". Wartime (Australian War Memorial) (28). Retrieved April 23, 2012.
- ^ Toland, John (1970). The Rising Sun: The Decline and Fall of the Japanese Empire 1936-1945. Random House. ISBN 978-0-8129-6858-3. p. 567.
- ^ https://web.archive.org/web/20091028070020/http://geocities.com/~scottvanaken/closeups/115cu.html
- ^ "Casualties: U.S. Navy and Coast Guard Vessels, Sunk or Damaged Beyond Repair during World War II, 7 December 1941-1 October 1945" Girêdana arşîvê 2013-01-02 li ser Wayback Machine. Naval Historical Center. Retrieved August 30, 2007.
- ^ https://books.google.co.uk/books?id=GqYWmUae5h8C&pg=PA270&lpg=PA270&dq=kamikaze+1387&source=bl&ots=6N0d8PJK5M&sig=RQZGr9MA6bXQpdGCiSnSpGu8_8I&hl=en&sa=X&ved=0ahUKEwiC78GH8tXUAhULPFAKHQlUB18Q6AEINTAC#v=onepage&q=kamikaze%201387&f=false
- ^ Hallion, Richard P. "Precision weapons, power projection and the revolution in military affairs" Girêdana arşîvê 2009-05-05 li ser Wayback Machine. United States Air Force Historical Studies Office. Retrieved August 30, 2007.
- ^ Rielly, Robin L. (2010). Kamikaze Attacks of World War II: A Complete History of Japanese Suicide Strikes on American Ships, by Aircraft and Other Means. McFarland. pp. 317-324. ISBN 978-0-78644-654-4.