Here naverokê

Çavdêriya Mafên Mirovan (rêxistin)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çavdêriya Mafên Mirovan (bi îngilîzî: Human Rights Watch, bi kurtasî HRW), rêxistineke di sala 1978an de li bajarê New York a DYA hatiye danîn û yek ji rêxistinên navneteweyî ya mafên mirovan e.[1] Rêxistin li seranserê cîhanê dixebitê û raporên binpêkirina mafên mirovan amade dike. Di nav de binpêkirina mafên mirovan, destwerdanên li ser mafên kesane û helwestên neqanûnî li hemberê mirovan dişopîne û raporên di derbarê bûyeran de amade dike.

Rêxistin cara yekem bi navê Helsinki Watch (Peymana Helsînkî) di sala 1978an ji aliyê Robert L. Bernstein ve hate sazkirin.[2] Armanca rêxistinê li gorî Peymana Helsînkî [3]ku di sala 1975an de hatiye nivîsandin, lihevkirina Sovyeta berê bîne cîh. Helsinki Watch û komîteyên çevderîyên wê yên hevbeş ji bo avakirina Human Rights Whatch (Çavdêriya Mafên Mirovan) biryar dan û sazî sala 1988an de bi awayeke fermî hate avakirin.

  1. ^ https://web.archive.org/web/20150104193654/http://www.hrw.org/node/75138. Ji orîjînalê di 4 kanûna paşîn 2015 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^ https://library.columbia.edu/libraries/chrdr/archive_collections/hrw.html. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  3. ^ "Our History". Human Rights Watch (bi îngilîzî). 24 îlon 2008. Roja gihiştinê 29 gulan 2020.