Fermandariya yekbûyî ya şervanan
Fermandariya yekbûyî ya şervanan bi kurtasî CCMD wekî fermandariya şerker jî tê binav kirin (bi îngilîzî: Unified combatant command) fermandariyeke leşkerî ya hevbeş a Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî ye ku ji yekîneyên du an zêdetir şaxên xizmetê ya Hêzên Çekdarî yên Dewletên Yekbûyî pêk tê û ji bo Dewletên Yekbûyî erkên berfireh û berdewam pêk tîne. Niha 11 fermandariyên şerker ên yekbûyî hene û her yek wekî asta herî bilind a fermandariyên leşkerî hatine damezrandin ku ferman û kontroleke bi bandor a li hemî Dewletên Yekbûyî peyda bike ku hêzên leşkerî bêyî hemî şaxê xizmetê, di dema aştiyê de an di dema şer deferman û kontrola bi bandora hemî Dewletên Yekbûyî peyda bike. Fermandariyên yekbûyî ya şervanan li ser bingehek erdnîgarî (wek "herêma berpirsiyariyê", AOR tê zanîn) an jî li ser bingehek fonksiyonel wek mînak operasyonên taybetî, pêşnûmeya hêzê, veguheztin, û ewlehiya sîber, têne organîze kirin. Heya niha 7 fermandariyên şervanan wekê fermandariyên erdnîgarî û 4 fermandarî jî wekê fermandariyên erk hatine destnîşankirin.
Plana Fermandariya Yekgirtî (UCP) mîsyonên berpirsiyariyên fermandariyan û deverên erdnîgarî yên berpirsiyariya fermandarên şerker destnîşan dike. Her cara ku Plana Fermandarîya Yekgirtî tê nûvekirin, rêxistina fermandeyên şerker ji bo karîgerî û bibandorbûna leşkerî û her weha lihevhatina bi sîyaseta netewî re têne ber çavan.